Emil Kraepelin: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kraepelin di sala 1886an de |
B Bot: +{{Kontrola otorîteyê}} (bnr. gotûbêjê) |
||
Rêz 23: | Rêz 23: | ||
== Çavkanî == |
== Çavkanî == |
||
{{Çavkanî}} |
{{Çavkanî}} |
||
{{Kontrola otorîteyê}} |
|||
[[Kategorî:Psîkiyatrîst|Kraeplin, Emil]] |
[[Kategorî:Psîkiyatrîst|Kraeplin, Emil]] |
||
[[Kategorî:Jidayikbûn 1856]] |
[[Kategorî:Jidayikbûn 1856]] |
Guhartoya 11:21, 3 kanûna paşîn 2024
Emil Kraepelin | |
---|---|
Jidayikbûn | 15 sibat 1856 |
Mirin | 7 çiriya pêşîn 1926 Munîh |
Sedema mirinê | Pneumonia |
Cihê goristanê | Bergfriedhof |
Hevwelatî | Komara Weimarê |
Perwerde | |
Pîşe | |
Bandorbar | |
Partiya Siyasî | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Emil Wilhelm Georg Magnus Kraepelin 15ê Reşemeha 1856ê- 7ê Çirya Pêşîn 1926. Yek ji psîkiyatrîstên navdar e ko li Neustrelitzê li Elmanyayê ji dayîk bûye û li Münchenê mirîye. Ji layê gelek kesan ve, mîna H. J. Eysenckî di berhema wî ya bi navê Encyclopedia of Psychology da, wekî hîmdanerê psîkatriya zanistî, dermanzanista psîkatrîk û genetîka psîkatrîk dihêt pesinandin. Kraepelinî hizirand ko sedema hemî nexweşiyên psîkatrîk hokarên biyolojîk û genetîk in. Ramanên wî jordestiya xwe li tevaya sedsala 20ê li ser psîkatriye da parast. Bervajî wî Sigmund Freudî hizir dikir ko nexweşiyên psîkatrîk ji ber sedemên psîkolocîk peyda dibin.
Li 1886ê, tenê piştî 8 salên rahînanê, ew li Zanîngeha Tartuyê (hingî Dorpat) li Estonyaya niha bû profesor û bû rêveberê dermangeheka (klînîkeka) 80 textî. Li wêderê ew şiya gelek serhatên nesaxan bi hûrî û kûrî tomar bikit û bixwînit û "têderbiînit ka giringiya rewşa nexweşiyê li goreyî polandin an sinfandina nexweşiyê çend e." Deh salan piştra, wî ragehand ko rêyeka nû ji bo nihêrîna li nexweşiyên revanî vedîtîye. Wî ji nihêrîna kevneşopî ra digot "berjengkî" anko "semptomatîk" û ji rêya xwe ya nû ra digot "balgehîn" anko "klînîkal". Ev bû rêbaza wî ji bo şirovekirina sinfandina bi sedan nexweşiyên revanî yên ko heta sedsala 19ê hatbûn niyasîn. Wî nexweşî li goreyî sinfandina paternên berjengan anko semptoman vebeşîn, ne li goreyî wekheviya berjengên serekî, ko berî wî dihat kirin. Dirist hema jiber wan astengan bû ko Kraepelinî şêwazê xwe jibo veniyasîna nexweşiyên revanî pêşkêş kir.
Ji ber sinfandina nexweşiyeka ko bi awayê yek nexweşî wekî psîkoz dihat niyasîn pesnên Kraepelinî dihên dan. Wî ev nexweşî dabêşî du nexweşiyan kir:
- Manodepresyon (bi îngilîzî: manic depression) ko ew bi xwe niha bû ye komeka nexweşiyên mîna depresiyona mezin û nexweşiya ducemser an bîpolartî (bi îngilîzî: bipolar disorder).
- Şîzofrenî (bi îngilîzî: dementia praecox).
Li ser bingehê lêkonînên wî yên dirêjdem, û li goreyî saloxetên rewşan, encam û verêja taliya (anko prognoza) nesaxiyan, wî çemk anko konsepta dementia praecoxê pêk anî. Li goreyî wî şîzofrenî "werara nepirr kurt dema rewşeka nemazeyî ya kêmbûna hêza revanî ye ko li jîyekê kêm dest pêdikit."
Wî li ser patologiya mêjî xebat kirine û cara yekemîn balê kişandiye ser bandorên patologiya li ser kesayetî û nexweşiyên psîkiyatrîk. Wî cara yekemîn pirsgirêkên tevgerê binav û kom kiriye. Ji cureyên din ên zanîstiyê sûdwergirtiye û nexweşiyên kesayetiyê jî wekî yên organîk dîtiye.