Erich Kästner: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B Bot: Kategoriyên kêm ji en.wîkiyê lê hatin zêdekirin |
B Bot: +{{Kontrola otorîteyê}} (bnr. gotûbêjê) |
||
Rêz 65: | Rêz 65: | ||
* [http://de.wikipedia.org/wiki/Erich-K%C3%A4stner-Preis_%28Dresden%29 Xelatên Erich Kaestner] |
* [http://de.wikipedia.org/wiki/Erich-K%C3%A4stner-Preis_%28Dresden%29 Xelatên Erich Kaestner] |
||
* [http://de.wikipedia.org/wiki/Erich_K%C3%A4stner_Gesellschaft Civata Erich Keastner] |
* [http://de.wikipedia.org/wiki/Erich_K%C3%A4stner_Gesellschaft Civata Erich Keastner] |
||
{{Kontrola otorîteyê}} |
|||
[[Kategorî:Helbestvanên alman]] |
[[Kategorî:Helbestvanên alman]] |
||
[[Kategorî:Nivîskarên alman]] |
[[Kategorî:Nivîskarên alman]] |
Guhartoya 11:34, 3 kanûna paşîn 2024
Erich Kästner | |
---|---|
Jidayikbûn | 23 sibat 1899 |
Mirin | 29 tîrmeh 1974 Munîh |
Sedema mirinê | Esophageal cancer |
Cihê goristanê | Bogenhausener Friedhof |
Hevwelatî | Alman |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Erich Kästner (23'ê reşemiyê 1899, Dresden – 29'ê tîrmehê 1974, Munîh, Almanya) nivîskarekî alman bû.
Bi berhemên xwe yên mîzahî, bi romanên xwe yên ji bo zarokan û bi helbestên xwe yên rexneyî ve navdar e.
Kurtejînenigariya Erich Kästner
Di 23’ê sibata 1899'an de li Dresdenê hatiye dinyayê. Dayîk wî Ida (Îda) kuafor bû û bavê wî Emil kurtançêker bû.
Di sala 1906'an de li Dresdenê li „4. Burgerschule“ dest bi dibistanê dike.
Di 1913'an de li dêra Dreikönigskirche tê tewafkirin.
Di 1913'an de dest bi xwendina pîşeya mamostetiyê dike.
Di 1917'an de ji ber êşa dil leşkeriyê nake.
Di 1919'an de lîseyê bi serkeftineke gelek baş ve, bi wergirtina bursa zêrîn ya bajarê Dresdenê ve diqedîne.
Di 1922'an de li Lepzigê di zanîngehê de beşên germanîstîk, dîrok û dîroka şanoyê dixwîne.
Di 1925'an de li Leipzigê doktoraya xwe dike. Li cem Neuen Leipziger Zeitung wekî redaktor kar dike.
Di 1926'an de koçî Berlînê dike û li wir wekî nivîskarekî serbest ji bo rojname û kovaran dinivîse.
Di 1933'an de ji hêla hikûmeta nazî ve qedexeya nivîsandinê werdigire; pirtûkên wî têne şewitandin û cara yekem tê girtin.
Di 1937'an de cara duyem tê girtin.
Di 1942'an de ji bo Almanya û welatên derveyî Almanya qedexeya nivîsandine werdigire.
Di 1944'an de xaniyê wî yê li Berlînê di êrişa bombeyekê de diherife.
Di 1946'an de piştî şerê cîhanê yê duyem, vedigere Dresdenê û dîsa dêbavê xwe dibîne.
Di 1951'an de li Munîhê ligel hevalên xwe kabareya „Die Kleine Freiheit“ ava dike.
Di 1957'an de kurê wî Thomas tê dinyayê û bavê wî li Dresdenê diçe ser dilovaniya xwe.
Di 29'ê tîrmeha 1974'an de Erich Kästner bi nexweşiya penceşêrê dimire.
Xelatên wergirtî
- Xelata fîlmên federal ji bo pirtûka wî ya “Das doppelte Lottchen“ (1950)
- Xelata wêjeyê ya Bajarê Munîhê (1956)
- Xelata Georg-Büchner (1957)
- Xelata „Groses Bundesverdienstkreuz“ (1959)
- Xelata „Hans-Christiean-Anderson-Medaille“ (1960)
- Xelata mîzahê ya di pêşbaziya rojnameya ciwanan ya li Bulgarîstanê (1966)
- Xelata wêjeyê ya „Deutschen Freimauer“ (1968)
- Xelata rûmetê ya çandê ya bajarê Munîhê (1970)
- Xelata zêr ya rûmetê ya bajarê Munîhê (1974)
Berhemên wî
- Herz auf Taille, (Dilê li ser tengavê) helbest, 1928
- Emil und die Detektive, (Emîl û Dedektîvan) romana zarokan, 1929
- Lärm im Spiegel, (Qelebalixiya di neynikê de) Helbest, 1929
- Ein Mann gibt Auskunft, (Zilamek agahî dide) Helbest, 1930
- Pünktchen und Anton, (Niqtekok û Anton) romana zarokan, 1931
- Fabian (Fabîan) Roman, 1931
- Gesang zwischen den Stühlen, 1932
- Das fliegende Klassenzimmer, (Pola ku difire) romana zarokan, 1933
- Drei Männer im Schnee, (Sê zilam li ser berfê) Roman, 1934
- Emil und die drei Zwillinge, (Emîl û sê cêwî) romana zarokan, 1934
- Doktor Erich Kästners Lyrische Hausapothekev, (Dermanxaneya malê ya helbestê ya Dr. Erîch Kaestner) Helbest, 1936
- Der kleine Grenzverkehr, Roman, 1938
- Die Konferenz der Tiere, (Konferansa ajalan/heywanan) romana zarokan, 1949
- Das doppelte Lottchen, (Lottchena duqat) romana zarokan, 1949
- Die 13 Monate, (Meha 13'an) 1955
- Die Schule der Diktatoren, (Dibistana dîktatoran) komedî, 1957
- Als ich ein kleiner Junge war, (Dema ez xortek biçûk bûm) Roman, 1957
- Notabene 45, 1961
- Der kleine Mann, (Zilamê biçûk) romana zarokan, 1963
- Der kleine Mann und die kleine Miss, (Zilamê biçûk û şaşfêmkirina biçûk) romana zarokan, 1967