Here naverokê

Mîtolojiya erebî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şablon:Bêçavkarî

Mîtolojiya erebî
Xwedayên kevn ên ereban
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mîtolojiya erebî an polîteîzma erebî, ew forma serdest a dîn di Erebistana beriya îslamê de bû û li ser hurmeta ruh û xwedayan bû. Bi fetha îslamî ya bi rêveberiya Muhemmed ev rewş guherî, olên xwecihî yên ereb winda bûn û piraniya ereb piştî şerê ereb û misilman bûn misilman.

Dîrok

Di Erebistana beriya îslamê de olperestiya xwecihî ya ereban, dînên semîtîk ên kevnar, xiristiyanî, cihûtî, mandaîzm û zerdeştî jî di nav de bûn.

Îbadeta polîteîzma erebî ji xweda û xwedawendên cihêreng re dihatin kirin, di nav de Hubal û xwedawendên al-Lāt, al-‘Uzzā, û Manat, li mal û perestgehên herêmî yên wekî Kabe li Mekeyê. Beytên bi rêûresmên cûrbecûr, hec û feraset û her weha qurbankirinên olî, dihatin kirin. Di derbarê rola Ellah ya di dînê mekî de teoriyên cuda hene. Gelek teswîrên fizîkî (peyker) yên xwedayên beriya îslamê bi taybetî li nêzî Kabeyê hebûn, ku tê gotin heta 360 ji wan li wir peyda bûn.

Rola îslamê di windabûna dînên kevn de

Misilman bawer dikin ku Muhemmed piştî ku ereban têk bir, hemî perestgeh û rêûresmên wan - ku wan wekî pût bi nav kir - hilweşand û ji wan tenê perestgeha Kabeyê hîşt û ew wek mala Xwedê îlan kir.  Birahîm Kabe ava kir ku di eslê xwe de jê re "Mala Xwedê" hat gotin. Paşê neviyên kurê Îbrahîm (Îsmaîl) ku ji Mekeyê bûn, koçî welatên din kirin û bi xwe re ji Kabeyê kevir hildan û paşê perizîn wan keviran. Di dawiyê de, ew kevir bûn peyker, ku li seranserê Erebistanê belav bûn, heta Kabe jî, û ew hemî ji hatin hilweşandin.[1]

Çavkanî

  1. ^ Teixidor 2015, r. 73-74.