Hereketa Azadiyê
Hereketa Azadî rêxistinek û partiyeke niştimanî û îslamî ya kurd e ku li bakurê Kurdistanê çalak e. ew partiyek nû ye û yek ji wan kêmanan e ku bi awayekî aktîf ala kurdî li ba dike û tabelayên kurmancî û zazakî di nav sînorên Tirkiyê de danîne.
Damezrênerê partiyê di hevpeyvînekê de got "Hereketa Azadî bi hukmê partî li Kurdistanê kar û barên sîyasî dike, herketeke îslamî ye lê li ser esasên Kurd û Kurdistanê tevdigere"[1]
Hereketa Azadî ji nêz ve bi Partiya Maf û Azadiyan re kar dike û di sala 2023an de bi hev re tifaqek çêkir.[2]
Hereketî Azadî di Çileya 2023’an de bi partiyeke siyasî ya Kurdistanî ya bi navê HEZKURD’ê re hevdîtin pêk anîbû û bi Partiya Doza Azadî yê re jî li ser mijarên kurdan nîqaş kiribûn.[3]
Di sala 2020an de dema ku Hesen Nesrullah, serokê Hizbullahê Libnan, heqaret li Mesûd Barzanî kir, Hereketa Azadî bi daxuyaniyeke dirêj berevaniya Barzanî kir û Nesrullah wek tirsonek bi nav kir.[4]
Çavkanî
- ^ "Hereketa Azadî Kî Ye?". www.dengeamerika.com. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ Media, Gulan. "Hereketa Azadî û KDP Kurdê piştevaniya xwe bo HAK-PARê ragihandin". Gulan Media. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Hereketa Azadî û HEZKURD serdana partiyên siyasî dikin". Kurdistan24.
- ^ "Hereketa Azadî: Bêrêziya li hember serok Barzanî nayê qebûlkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.