Hêraklês
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. |
Hêraklês Ἡρακλῆς | |
---|---|
Perestvan | mîtolojiya yewnanî |
Çek | club |
Zayend | Mêr |
Agahiyên kesane | |
Jidayikbûn | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn |
|
Zarok |
|
Xanedan | Dêianîra, Megara, Hêbê, Omfalê |
Wekhev | |
Herkules, Hercle, Alcaeus | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hêraklês (yewnanî: Ἡρακλῆς, Hêraklês, bi latînî: Hercules) nîvxweda û yek ji lehengên herî mezin û navdar ê mîtolojiya yewnanî ye. Di Mîtolojiya romayî da jî bi navê Herkules (Herkûl) tê zanîn.
Zeus xwe wek keyê Mîkenê Amfîtrion nîşan dabû Alkmênê û ketiyê bêriya wê. Hêraklês ji wê şevê ketibû zikê dêya xwe. Jina Zeus xwedawend Hêra rik ji Hêraklês digirt. Sebeba trajediya jiyana wî jî piranî Hêra bû. Disa Hêra ji ber sûcên Zeus, kurên wî yên neheq ra komployan çêdikirin.
Binemal
Bavê wê Zeus diya wê xatûna Mîkenê Alkmênê bû. Birayê wê ya marî û heman demê cêvik wê - ji Amfîtrion - Îfîkles e. Bavê Alkmênê Êlektrîon e , ew jî kurê nîvxweda Perseûs navdar e. Perseûs jî nîvxweda ye. Wek Hêraklês di nav mîtolojiya yewnanî de kesekî gelek girîng e. [1] Eurîsteûs ku çîroka Hêraklês da di rola şahê zalim dilîze kurê xalê wê Stenelos e.
Çîroka wî
Hera pê hesiya ku Hêraklês kurê Zeus e. Hêra Zeus daye sond xwarine, sonda wê; kîjan zarokê qewma Perseûs pêştir bête dinyayê, ti ew bibe şah. Lê Hêra pismamê Hêraklês Eurîsteûsê pêştir anîye dinyayê û wê awayê Zeus xapandiye. Bi wê şeklê heqê Hêraklês jê hat standin.
Hêj bebektiya Hêraklês, Hêra ji bona kuştina wê di mar şandiye. Lê ba Hêraklês hêza derxwezayî hebû , hêj emrê xwe yê biçûk de her du mar jî pê destên xwe xenikand.
Hêraklês bi her awayê de perwerdehiyeke baş dît. Pir baş tir diavêt, xweş hesp diajot, baş gulaş dikir. Di 18 saliya xwe da cinawira daristanên Kîtarion kuşt. Diyarî ya wê jî keça keyê Têbeyê Megara bû. Sê zarokên wan çêbû. Hêra ji bextewarî yan wan aciz bû. Hêraklês gêj kir. Hêraklês eqlê xwe winda kir. Zarokên xwe û jina xwe kuşt, paşî hişê wê hate serî û poşman bû. Çu ba kahînên Delfîyê ,lê nizaniya ew jî aliyê Hêrayê da bûn. Bi daxwaza Hêrayê kahînên Delfîyê gotin:Here bibe xulamê keyê Mîkenê Eurîsteûs. Ew jî bû xulamê Eurîsteûsê. Key 12 peywir da Hêraklês. Mîtolojiyê da dibêjin wan 12 peywirên Hêraklês an jî 12 xebatên Hêraklês.[2]
Dozdeh peywirên Hêraklês
1. ŞÊRÊ NEMEAYÊ BIKUJE
Tê zanîn ku çermê şêrê ew qas zexm e ku tenê dîsa lepên wê dikare biqetîne. Şêr êrîş Nemea'yê kir , lê Hêraklês bajarê parast û şêrê pê destê xwe xenikand. Piştî serkeftinê çermê şêr li xwe kir cil.
2. HÎDRAYÊ BIKUJE
Hîdra cinawirake di gola Lernayê dijî. 9 serê wî heye , her yekî jî serê marekî ye. Heger mirov serekî wê birî , cihê wê da du ser derdikeve. Pê agiran êrîş dike. Hera wê ji bo tune kirina welatê Hêraklês'ê şandiye.Hêraklês pê alîkariya biraziyê Lolaus wê kuşt.Tirkên jehrî xiste çermê wî.
3. XEZALA ZÊR KERYNEIA YA ARTEMÎS'Ê DEST BIXE
Ev xezal pê destê Artemîsê hatibû pîrozkirin. Ji ber vê Herakles xezalê bi saq bigre. Hin çavkaniyan da dibêjin xezalê birîndar kiriye girtiye, hin din jî rivayet diken ku pê torê girtiye.
4. BERAZÊ ERYMANTHIANÊ BIGRE
Berazekî kovî û diz e. Wezîfeya Hêraklês'ê vê carê girtina berazê û wê anîna bajarê Mîken'ê. Hêraklês sebir kir , gera û dît. Paşê girt û anî bajarê.
5. AXURÊN AUGIASÊ PAQIJ BIKE
Axurên Augias'ê mala 3000 hezar çêlekê bû. Rêxên wan bi jehr bû.Wezîfeya wê rojekî da paqij kirina axurê bû. Binrûbara rûbarên Alpheios û Peneios guherand. Ava her du rûbarên axurê paqij kir.
6. TEYRÊN STYMPHALIAN BIKUJE
Ev teyr li bakurê Arkadyayê nêzîkê Gola Stymphalian dijiyan. Goştê mirovan dixwarin.Ev teyr ji alîyê Artemis an jî Aresê hatibûn xwedî kirin. Gol bi jehr bû. Herakles nedikariya biçe hundir. Atênê hate alîkariya wê. Teyran tirsand û revand. Teyrên Stymphalian derketin , Hêraklês jî wan kuşt.
7. GAYÊ PÎROZA KRÎTÊ BIKUJE
Poseidon, Gayê Pîroz ê Krîtê ji bo qurban kirina xwe dabû Krîtîyan. Lê Krîtî wê qurban nekirin. Ji ber wê Poseidon hêrseke da wê gayê. Hêraklês wê li Krîtê girt û ser milê xwe bir. Ew ga bavê Mînotaure.
8. MEHÎNÊN DIOMÊDÊS BIGRE
Ew hespên Diomêdêsê goştê mirovan dixwarin. Hêraklês devê wan girêdide û wan rehet dike.Hin versiyonan da Hêraklês pê goştê Diomêdês'ê zikê wan têr dike û paşê rehet dibin. Paşî wan têne ber Key Eurystheus'ê. Key wan qurbanî dike ji bo Hera'yê.
9. STANDINA KEMBERA XATÛNA AMAZON HIPPOLYTA
Hippolyta qebûl kirbû ku kemberê bide Hêraklês'ê. Paşî Hera nehişt ev peywir wisa rehet bî. Xatûn kemberê neda, Hêraklês bêçare ma wê kuşt. Kemberê anî, da key Eurystheus'ê
10. ÇÊLEKÊN GERYON BIDIZE
Geryon di nav behrê da giravekê da hikm dikir. Titanekî xwedî sê beden bû. Kuçika wî birayê Kerberos Orthos bû. Paşî Hêraklês wê dikuje. Geryon tê , Herakles tirkekî di nava enîya wê dide. Geryon bi qerîneke erdê dikeve. Hêraklês paşî çêlekê wê distîne.
11. SÊVÊN ZÊRÊ YA HESPERÎDAN BIDIZE
Ji bo parastina wan sêvên pîroz Hera wezîfe dabû Ladonê. Ladon ejderhayeke bi sed serî bû. Hêraklês nizanîya baxçeyên sêvên pîroz li kû ye. Nerseus rêya baxçeyê nîşan da wî. Li rê da Promêteûs rast hat. Bazên ku goştê wê dixwe kuşt. Promêteûs'ê rizgar kir [3] Birayê Promêteûs jî alîkarî kire wî. Paşî Hêraklês giha li baxçeyê û di nav baxçê da Atlasê. Sozek dane hev Hêraklês ji cihê wî bihûştê hilgirta ,Atlas jî ji ber vê we li Ladon'ê bimeşîya û sêva bi aniya. Atlas wezîfeya hilgirtina bihûştê emanetî da Hêraklês'ê û sêvên zêr berhev kir . Lê nehat , Hêraklês fêm kir ku hatiye xapandin. Lîstikeke pêkanî û dîsa bihuştê dîsa da ser pişta Atlas'ê. Sêvên zêr jî ji Atlas'ê stand û peywira xwe temam kir.
12. GIRTIN Û ANÎNA KERBEROS
Kerberos kuçika Hadesê bû. Wezîfeya wê kesên ku dimrin û diçine binerdê , wan nahêle ji derîyên binerdê dîsa derkevin. Ji Eleusisê alîkariya stand u li herêma Tanareumê çu cihê mirîyan. Li wir Kerberos'ê gera lê paşî Têseûsê dît wê jî rizgar kir. Derket li Hades û Persefonêyê ji wan destûr stand. Çu li cem Kerberos'ê gulaşê girtin. Hêraklês ser ket. Kerberos'ê anî bajerê Atînayê. Şah Eurystheus ji tirsa wê revî û xwe xef kir. Tê gotin ku gilêzên ji devê Kerberos'ê derketi pê wan nebatên bi jehr çêbûye.
Galerî
-
Hêraklêsê zarok
-
Di tasekî zîv da tesvîrkirina kuştina her du mar pê destê Herkul - Xezîneyên Hildesheim , sedsala 1. pz. muzeya Altes
-
Li ser vazoyê şerê Herakles û yên şêrê Nemea'yê sal bz.540 an.- muzeya Louvre 'yê
-
Herkul û Hydra - Lucas Cranach the Elder , muzeya Herzog Anton Ulrich
-
Li ser vazoyê Herakles û Xezala Keryneia 'yê - muzeya British
-
Anîna beraza Erymanthianê - Lucas Cranach the Elder , muzeya Herzog Anton Ulrich
-
Guherandina binrûbaran - pz. 3. ss muzeya National Archaeological / Madrid
-
Kuştina teyrên Stymphalian - pz. 3 ss. , muzeya National Archaeological/ Madrid
-
Li ser vazoyê girtina Gayê Pîroz ê Krîtê - muzeya Louvre / Fransa
-
Beriya girtinên hespên Diomedes'ê - pz.3 ss. muzeya National Archaeological/ Madrid
-
Standina kemberê- Nicolaes Knüpfer/1655
-
Li ser vazoyekî şerê Herakles û Geryoneus - muzeya Louvre / Fransa
-
Hesperîd û Herkul - Giovanni Antonio Pellegrini
-
Li ser vazoyekî girtina Kerberosê - muzeya Louvre / Fransa
Piştî Peywiran Jiyana Hêraklês
Piştî Hêraklês peywirên xwe bi awayekî serkeftî pêk anî derket Çiyayê Olîmpê kete nav xwedawenda bû nemir. Li çiyayê Olîmpê Hêbêya nemir re zewicî edî êş û elem nema ji wî re. Qalbûn tune bû ji wî re. [4]
Çavkanî
- ^ Morford , M. P. 0. ;Lenardon R. J. (2007) Classical Mythology . Oxford : Oxford Universty Press. p. 865
- ^ https://digitalmapsoftheancientworld.com/mythology/greek-mythology/the-olympian-gods/the-other-olympian-gods/heracles/
- ^ Aeschylus. Prometheus Unbound, Fragment 109 (from Galen, Commentary on Hippocrates' Epidemics, 6.17.1). Translated by Weir Smyth.
- ^ (950) Teogonîa-Hêsîodos