Here naverokê

Mîrektiya Baban

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 10:21, 7 çiriya pêşîn 2008 ya ji aliyê 83.255.54.216 (gotûbêj) ve
Omer Axa, Mahmûd Paşa zabitekî Babanî bû, 1820.


Baban(1649-1850) mîrneşîneke(îmareteke) kurdî bû, navê wê ji navê malbata Baban hatiye.Yekemîn serdarê mîrneşîna Baban Ehmedê Feqî bû. Piştî wî Baba Silêman hat- mîrê Şarezor. Baba Silêman sînorên mîrneşîna xwe fereh kir û gihande Kerkûkê. Piştî wî Silêman Paşa hat û sînor ferehtir kirin û gihande Koyê û Xaneqînê,Erbîlê û Herîrê,Altûn Koprî û Bedrê, û heta çend navçeyên Rojhilata Kurdistanê(Kurdistana Îranê).Rêvebiriya Baban di wê demê de ji navçeya Qele Çiwalan dibû.Di 1781an de, bajarê Silêmaniyê nu ava bûbû û paytext bi seroketiya Mihemed Paşa Baban çû wir.Baban gellek berberî kişand bi mîrneşînên kurdî yên dorûbera xwe re. Bi Soran re, Erdelan re, Behdînan û Botan re. û herweha berxwedan li dijî desthilatiya împeratoriya Osmanî kir. Baban li ser destê Osmaniyan roxiya di dema Ehmed Paşa de di şerê dawîn de nêzikî Koyê 1847.Di sala 1850î de, Mîrê Baban î dawîn Ebdella Paşa dev ji Silêmaniyê berda û çû.