Here naverokê

Salnameya Juliyen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 19:49, 22 kanûna paşîn 2009 ya ji aliyê Silêman (gotûbêj | beşdarî) ve

Salnameya Julianî (bi Kurdî Salnameya Romî jî tê gotin) dema Julius Caesar de bi fermana wî hat perisandin û ew heta sedsala 20'an li hin dernên cîhanê dihat bikaranin. Ew di sedsala 16'an de bi fermana Papa Gregor XIII hat çerixa salnameya Gregorian kirin. Di wê salnameyê de salên normal ji 365 rojan û 12 mehan pêk hatî bû. Li çar salan de salek jî wek sala bermayî dihat hejmartin û rojak dihat serve Reşemî kirin û ew sala 366 rojan de dawî dibû. Yanê salên Salnameya Julian wek 365,25 rojan dihat hesandin.

Dîrok

Li împaratoriya Roma berê pêş de salnameyaka hîvêyê ji yewnanîyan standî bûn dihat bikaranîn. Lê, wê demên dirêj de bi salnameya rojê ve gelek şaşî dide. Ji bo vê sedemê Julius Caesar ji astronomînasakî Misirî Sosigenes de ji bo salnameyakê nû xebat xwest. Di 46 b.z. de bi dawî hat dest bi bikaranîna wê salnameyê kirin. Ew salnameya ji 365 rojan, 12 mehên 30 an 31 rojan de pêk hatî bû. Nvên mehan jî wiha bûn; Ianuarius, Februarius, Martius, Aprilis, Maius, Iunius, Quintilis, Sextilis, September, October, November, û December. Lê hin mehên ji pê re bi navên împaratoran wek julius û august hat navendin.

Bitenê sala 46 b.z. bi armanca salê roj û bi salnameya berê wekhev bikin, ji sala normal 355 rojan de hat dirêja 445 rojan kirin. Sersala Salnameya Julian li împaratoriya Roma bi tunî dihat bikaranîn jî sersala salname navçe bi navçe ji sedemên olî de ciyawazî he bû. Li Misir 29'ê gelawêjê, Konstantinopolis ango Bîzansê û Rusyayê 1'ê rezberê, welatên rojavaya Derya Marmara 25'ê berfanbarê bû.

Salnameya Gregorian

Ji bo sala Salnameya Julianî 365,25 rojan dajot, lê bi rastî dinê dor roj re hindik kêm wextê de, nêzî 11 hûrdeman, çerx dibû di sedsala 14'an de cîyawazî êdî gelek mezin bibû. Wê Salname bi rastî re 128 salan de rojak şaşî dikir. Di sedsala 16'an de cîyawazî wiqas mezin bû ku, biharê êdî şuna 21'ê adarê di 11'ê adarê de dest pê dikir. Di 1582an de Papa Gregor XIII Salnameya pê re bi navê xwe hat navandînî Salnameya Gregorian perisand. Ji bo cîyawazîya salnameya Julian û rastî mezin bûyî were girtin jî wî 4'ê rezberê 1582an wek 15'ê rezberê 1582an guhert. Sala Bermayî jî êdî na li her çar salan carakê 400 salan de 93 salan dihat dîtîn. Lê ew Salnameya bitenê welatên Katolîk hat bikaranîn. Li welatên protestan Salnameya Julian heta sedsala 18'an hat bikaranîn. Hin dewletên ortodoks xiristiyanên wek Rusya û Sirbîstan, hîn jî cejnên xwe gorî Salnameya Julian pîroz dikin. Ji bo wê sedemê ewna Noele di 7'ê rebendanê de pîroz dikin.


Bibîne