Qanî
Mihemed Kabûlî | |
---|---|
Pîşe | Helbestvan |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Mihemed Kabulî an Mamoste Qanî (z. 1898, Merîwan - m. 1965) helbestvanekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Mamoste Qanî nasnavê Mihemed Kabulî kurê Şêx Seîd ê kurê Şêx Mihemed Dolaş li sadatên Konepoşî çiqa Kabulî bi nasnavê Mamosta Qanî helbestvanê hevdem yê kurd e ku di sala 1277 koçî de li gundê Dulaşê ser bi navçeya Merîwanê hatiye dinyayê. Li zarokatiya xwe, dê û bavê xwe ji dest dan û ket bin serperestîya Seyîd Hesenê Çorî li gundê Çorê li Merîwanê.
12 salî bû ku xwendina xwe dest pê kir û çû bajarên Serdeşt û Silêmanî û Sine û Seqiz û Koye û Kerkûkê û car din vegeriya Silêmaniyê û hinekî jî bal zanaê dînî Ibn ul-Qeredaxî ders xwendiye. Piştre ji ber kêşeyên malbatî xwendin terikandiye û li gundan bûye pêşnimêj û mektebdar. Wî bi zimanên kurdî, erebî û farsî helbest gotine lê ji bo helbestên sade û rewan yên kurdî bi navûdeng e.
Mamoste Qanî di sala 1343 koçî di 67 saliyê de koça dawîn kir.
Le eslla xellkî dollaş im,
|
Berhemên wî
- Gulaley Merîwan
- Baxçey Kurdistan
- Ciwarbaxî Pêncwên
- Şaxî Hewraman
- Deştî Germiyan
Çavkanî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |