Here naverokê

Kurdên Anatolyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdên Anatoliya Navîn hat beralîkirin)
Kurdên Anatolyayê
Gelhe tevahî
500.000
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Enqere150.000[1]
Qonye110.000
Aqsaray40.000
Parezgêhen mayî200.000
Ziman
Kurdî
(Kurmancî, Dimilî, Şêxbizinî)
Tirkî
Baweriya dînî
Îslam
(Sunnî, elewîtî)

Kurdên Anatolyayê[2] (bi tirkî: İç Anadolu Kürtleri yan jî Tuz Gölü Kürtleri)[3] komeke kurdên Bakurê Kurdistanê ne ku ji ber sedemên cihêreng û di qonaxên cihêreng ên koçberiyê de koçê Anatolyaya Navîn bûne. Koçberiya herî dawî ku tê zanin koçberkirina ji aliyê osmaniyan ve ye ku bi awayeke girseyî û sîstematîk hatine koçber kirin.[4] Kurdên Anatolyaya Navîn bi taybetî ji herêma Meletî, Semsûr û ji henek deverên Rihayê koçber bûne.[4] Her çiqas di derbarê koçberiya wan de çend sedemên cihêreng were desnîşan kirin lê sedema herî ku tê zanin ji bo ku bêne ji bîr kirin an jî bêne asîmîle kirin koçber kirina osmaniyan e. Li gorî hinek çavkaniyan Kurdên Anatolyayê ji ber pirsgirêkên bi rêveberiya osmaniyan re sirgûnî herêmên Qonyayê bûne.[4] Tê texmîn kirin ku sirgûn kirin a osmaniyan di qonaxa koçberiya ku nêzîkê 250-300 sal berê pêk hatiye çêbûye.[4]

Di roja îro de li Anatoliyaya Navîn li Enqere - Haymana, Polatlı, Bala, Şereflikoçhisar, li Qonyeyê - Kulu, Cihanbeyli, Yunak, li Kırşehirê - Kaman, Çîçekdaxi, li Nevşehir, Aksaray, li Yozgat - Yerkoy, li Çorum, Sivas û li Tokatê ji milyonek zêdetîr kurd dijîn[5]

Li Anatolyaya Navîn li Enqerê 102, li Qonyê 75, li Kırşehirê 52, li Nevşehirê 50, li Aksarayê 70, li dorbera sinorên Yozgat - Tokat - Amasyê 41, li Qeyseriyê 23 bi giştî nêzîkî 300 gundên kurdan hene.[6]

Du kovarên Kurdên Anatolyayê yên bi navê Bîrnebûn û Veger hene.

Dîroka kurdên Anatolyayê pir kevn e. Ew 200 - 300 salî berê di dema Împaratoriya Osmanî de hatine Anatoliyaya Navîn. Sedeme hatina wan ji sedî sed nayê zanîn. Sedeme bingehî: hekokiyên eşîretî û koçberî bûne.

ji Welatê Rojê - Kurdîstanê bi dehan eşîr û ezbete koçber bûne û hatine Anatoliyaya Navîn. Navê çend eşîrên ewên: eşiri giştek eşiri Reşwanî, Xelîkanî, Canbegî, Şêxbizinî Şêxbizinî na Reşwan, Reşî, zimanê Şêxbizinî na Kurmancîye, Omerî, Sefkanî, Celkî, Nasîrî, Têrikanî, Mikaîlayî, Rûtanî, Zirkî, Sidunî, Qilorî, Doykan, Motikan, Şêxbilîyan, Bilkî, Hêcibî, Atmana, Bazikî, Milan, Bereketî, Mifkî, Oxçiyan, Pisî, Sêwidî, Cutkî. Şêxbilian, Berakatî, Oxçî, Pisî û Mifkî Kurdên Kırşehire.

Kurdên Anatoliyaya Navîn li wan derûdoran: li Haymanayê, li Qonyeyê 75 gund; li Cihanbeyli, Încow, li Yunakê, li Kuluyê, li Balayê, li Polatlîyê, li Enqereyê 102 gund, li Kırşehirê 52 gund, li Nevşehirê 50 gund, li Çîçekdaxi, li Aksarayê 39 gund û li Koçhisarê bi cîh bûna.

Mêrhijmareyê sermijar Kurdên Anatoliyaya Navîn li gor texmînên nêzîkî 1,5 - 2 Mîlyoniyê.

Kurdên Anatoliyaya Navîn heta îro zimanên xwe dayikî yên Kurmancî, Şêxbizinkî û Dimilkî paristinê. li gund û malan xwe de bi zimanên xwe diaxavin. Zarokên wan heta dest bi dibistaneyê Tirkan nakin, zimanê Tirkî fêhmnekin.

Eşîrên Şêxbizinî bi piranî li derûdora Haymanayê û Yunakê dijîn, bi ziravê Şêxbizinkî, eşîrên li derûdora Aksaray bi ziravê Dimilkî û eşîrên din ji bi ziravê Kurmancî diaxavin. Kurdên Anatoliyaya Navîn beşek ji netewê Kurd in. ji bo wan ji çareserkirina pirsa Kurd gelek girînge. Wak her netewekî serbixwe ew ji dixwezin jiyanê xwe berdewam bikin. Rexistenên Kurden bi salan dijî zilm û zordariyên dewleten kedxêr tekoşînê xwe berdewam dikin.

Kurdên Anatoliyaya Navîn her çi qas ji welatê xwe Kurdistanê dûrketina ji, wan giredayîne xwe bi welat re naketandinê. bi sedan keç û xortên Kurdên Anatoliyaya Navîn di nav tekoşîna Kurden de cihê xwe girtinê û şehîd ketinê. Ew ji bo jiyanekê bi rûmet û serkeftin vegeriyan welatê xwe Kurdistanê. Ji bervê ku koçberî û sirgûna berê 300 salî edî bi dawî bûyê. Peyamên wan hevalen ku vegeriyan Welate Rojê ew bû: "Me xwe ji bîrnakir û ji bîrnakin"

Gundên kurdên Anatolyaya Navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Haymanayê 56 gundê kurdan hene. Hemi lîsta gundan di malpera kovara Bîrnebûnê da cî digre.

Gundaki li aksaray ê Ekecik Nifusê xwe, 2000 kes ê. Ew gunda him zazaki him ji kurmanci diaxifin. Bajara navende aksaraya 45. km ye u navceye ekecik 15. km. dur e.

Gundaki ekecike ye. 1800 nifuse xwe heye. ji bajare navende 40km, ji navceye 20km ye. u wa gundaji kurmanci diaxifin.

[7]

  1. ^ https://www.kürtler.com/ankara-kurtleri.html
  2. ^ "Nefel". www.nefel.com. Roja gihiştinê 13 nîsan 2023.
  3. ^ Müslüm Yücel, "Tuz Gölü Kürtleri", I-VIII, Yeni Gündem gazetesi, 2000, İstanbul. Şablon:Tr icon
  4. ^ a b c d "Kurdên Konyayê wekê 'du caran cûdayî'". Agos. Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ "1 milyon kurd sirgûnî Enqerê kirin".
  6. ^ "Navçe û Gundên Kurdên Anatoliya Navîn". ÇandName TR (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 çiriya paşîn 2024.
  7. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 gulan 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 gulan 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]