Here naverokê

Tetwan

(Ji Tatwan hat beralîkirin)
Tetwan
Tatvan
Ji Çiyayê Nemrûdê ve navçeya Tetwanê.
Tetwan li ser nexşeya Bidlîs nîşan dide
Tetwan
Tetwan
Tetwan li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Tetwan
Tetwan
Koordînat: 38°30′8″Bk 42°16′53″Rh / 38.50222°Bk 42.28139°Rh / 38.50222; 42.28139
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBidlîs (parêzgeh)
SerbajarTetwan
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan56 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.263 km2 (488 sq mi)
Bilindahî
1.670 m (5480 ft)
Nifûs
 (2008)
76.723[1]
 • Berbelavî60,7/km2 (157/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
57.976
Koda postayê
13200
Koda telefonê(+90) 434
Map
biguhêreBelge

Tetwan, Tûx an Tûxtewan (bi tirkî, Tatvan) yek ji navçeyên Bidlîsê ye ku li perava rojavayê Gola Wanê hatiye avakirin. Li gorî daneyên sala 2021ê nifûsa navçeyê 79.214 e ku yek ji navçeyên herî mezin û yek ji navçeyên herî qerebalixê Bakurê Kurdistanê ye.[2] Rûbera navçeya Tetwanê 1.235 km² û bilindahiya ji asta deryayê 1.700 mêtre ye.

Navçe ji aliyê nifûs û ji aliyê rûberê ve ji bajarê Bidlîsê mezintir e. Rêya trênê ya Stasyona Haydarpaşa-Îranê di nav navçeyê re derbas dibe. Bi pêşveçûna salên dawî re navçe bûye xaleke serlêdana geştiyarên xwemalî û biyanî.

Keleha Tetwanê ihtimal heye ku di serdema ûrartûyan de hatibe avakirin. Tê texmînkirin ku bi kêmanî ve keleh heya sedsala 17an hatiye bikar anîn. Navçe di sedsala 20an de ji komek xaniyan pêk dihat ku tenê gundekî biçûk bû. Navçe di dema ku tora veguhastinên li dora nîvê sedsalê de pêş dikeve û bi avakirina rêhesinê ku di salên 1950an hatine çêkirin û bi nûjen kirina rêya Wanê ku di sala 1964an hatiye çêkirin vegeriya bajarokeke biçûk.[3]

Dema ku Tetwan dibe navçe niştecihek gundî ya piçûk bû ku nifûsa wî nêzîkê sêsed kesan bû. Nifûsa navçeyê di sala 1950an de digihîje 3179 kes, di sala 1965an de digihîje 10 hezar kesan, di sala 1980an gihîştiye de ji 40 hezar kesan û di sala 1985an de jî gihiştiye 50 hezar kesê.[4]

Navçe di serdema nûjen de yek ji navçeyên Bakurê Kurdistanê ye ku bi awayeke bilez mezin bûye.

Tetwan yek ji navçeyên li ser perava Gola Wanê ku navçe li rojavayê golê hatiye avakirin. Piraniya axa di nav sinorên navçeya Tetwanê de çiyayî û zozan in. Çiyayê Nemrûdê bi bilindahiya 2 hezar û 878 mêtre yê xala erdnîgarî ya herî bilindê navçeyê ye. Qada ku navçe lê hatiye avakirin 1.690 mêtre bi ser asta deryayê ve ye.

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ "Statîstîkên nifûsa Tetwanê".
  3. ^ Sinclair, T. A. (31 kanûna pêşîn 1989). Eastern Turkey: An Architectural & Archaeological Survey, Volume I (bi îngilîzî). Pindar Press. ISBN 978-0-907132-32-5.
  4. ^ "Dîroka Tetwanê". tatvan.gov.tr. Roja gihiştinê 25 îlon 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]