Here naverokê

Serhildana Rojavaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bajar û cihên ku ketine dest kurdan.

Serhildana Rojavayê Kurdistanê ew serhildan e ku di 2012'an de li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Destpêka wê bi bidestxistina rêveberîya bajarê kurd ê Kobanê re di 19 temmuzê de ya. Konseya bilind, bi levgihiştina hêz û partiyên kurd re li Hewlêrê hat temenê wê bi "peymane Hewlêrê" re hat avêtin û ava kirin. Piştre bi navê "Lijneya bilind a kurd" bidest karê xwe kir. Hêzên Parastina gel YPG jî, weke hêza parastina rojavayê Kurdistanê ya artişî demezrandina xwe denezend.

Kurdên rojavayê Kurdistanê, bi rêyên demokratikî li herêmên xwe hemûyan dest danîn ser rêveberîyên herêmên xwe. Heta ku ji wan hat ner hiştin ku xwûn ji wan û ji yên li hemberê wan birijihê. Lê hin komên ku girêdayî Tirkiyê bûn, çûne bi ser kurdan de bi dehan ji wan li helebê û li hin deverên din qatilkirin. Kurdan, piştî ku rabûna xwe, li bajarên xwe rêveberîya xwe kirina destê xwe de.

Piştre jî ku rêveberî kirina destê xwe de bidest avakirin pergale xwe ya perwerde kirin. Bi dehan dibistan ava kirin. Piştre sazîyên civakî û parastinê bidest avakirin. Bi vê rengê êdî pergale xwe ya civakî û parastin û perwerdekirinê ava kirin.

Bidestxistinên li rojavayê Kurdistanê

Avakirina rêveberî û desthilatdarîya kurd

 Gotara bingehîn: Rojavayê Kurdistanê
Zalgeha PYD'ê li Efrînê.
Ala Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM)

Kurdan piştî ku destdanîn ser rêveberîyên bajarên xwe êdî bidest avakirina reveberîya xwe bi rengê xwe kirin. Li Kobanê, Efrîn, Dirbesipiyê û hwd, li hemû navçe û bajarokên kurdan, piştî ku kurdan ketina tevegerîyê de dest danîn ser rêveberîyan. Li herêmê, bi teybetî, sazîyên dewletî ên rejimê kirina destê xwe û bidest xistin û ew wergerendina sazîyên xwe yên civatî. Dibistanên ku heta wê demê di wan de kurd di hatina bişavtin dest danîn ser wan û di wan de bidest perwerdehîya bi kurdî kirin.

Avakirina pergela perwerde

Piştî başûrê Kurdistanê re, ew herême duyemin ya kurdan bû ku kurdan lê bidest dibistanên xwe yê perwerde bidest avakirinê kirin. Hemû dibistanên rejimê ên li herêmê hatin bidest xistin û hatina kirin dibistanên ji bo perwerdehîya bi zimanê dayikê bikurdî.

Piştre jî, demek dirêj tevê têv neçû, kurdan bidest kurs û azmûnên mamostatiyê kirin û bi sadan mamosteyên ku zaroyên kurdan perwerde bikin hatina perwerde kirin û wan mamostayan jî bidest perwerde kirina zaroyên kurd kirin. Bi wê re jî li herêmê sazîyên perwerde ên bingihîn ên din ên rêveberî jî hatina ava kirin.

Pergale civatî hat ava kirin. Kurdan li her herêmê, "meclisîn gel" ava kirin. Li herêmê, ji kîjan komên civakî hebûn, ji wan nûnerên wan di wan meclisan de cihgirtin li ser navê komên xwe yên civakî. Bi vê yekê, rêxistina li ser sazîyan re doma. Lê di wê navberê de jî, Tirkiyê jî bi komên çekdar ên ku wê biçekkiribûn û şandibûn li herêmê jî, hin bûyaran rûdan. Ji bo ku temenê statûbûna kurdan û rêveberî û bi rêxistinbûna wan ji holê were rakirin, Tirkiye ket nava hewldanê de.

Avakirina pergale parastinê

 Gotara bingehîn: YPG

Piştî ku kurdan li herêmên xwe dest danîn ser rêveberîyên herêmên xwe, piştre bidest avakirina hêezaka parastinê ya li herêmê kirin bi armanca parastinê kirin. Bi vê yekê û armancê YPG û ankû ´yeknîneyên parastina gel" hat avakirin bi armanca parastina herêmê. YPG´ê, piştî ku xwe denezand got ku "em ne girêdayî ti partiyê na. Em hêza parastina herême Kurdistanê na." Piştre, li kobanê, Afrîn û Dirbesipîyê di serî de, li hemû navên herêmî ên kurdan tabûr û toxayên leşkerî bo parastinê hatin ava kirin.

Ji hebûna leşkerî ya YPG, di serî de, Tirkiyê pirr bi ne rehet bû. Bi vê yekê, hertimî, bidest hewldanên dijî wê kir. Hertimî dixwest ku li herêmên kurdan, li dijî wê bertekekê bide nîşandin. Bi vê armancê, çend partiyên ku ji xwe re digotin "me partiyên kurd in" ên bi navê "partiya Azad" û hwd, xwest ku bidestê wan wê hêza kurdan reş bike. Ev partiyên ku digotin partiyên kurd in, girêdayî Tirkiyê û mûhabarata wê kar dikirin li herêmê di nava kurdan de. Her wusa komên weke çeteyan ku ji xwe re digotin "tebûra salahdin" jî weke wê, bi muhabarata Tirkiye re kar dikirin. Li dijî kurdan ev di nava hewldanê de bûn û bidestê van hêzên li Helebê li herêmên kurdan ên weke Eşrefiyê û Şêx Maqsûd jî, bi destê bi dehan kurd hatina qatil kirin. Bi van koman re komên weke Çete ên ku ji nava Tirkmenan hatibûbûna bi rêxistinên kirin komên weke çete û bi çek ku di bin serkêşîya "Omar Dedixî"[1] ku bi ferman Tirkiyê herîşî herêmên kurdan ên weke Qastelê dikirin jê derdiketin li holê. Her wusa, bi destê destê dewleta Tirkiye, hin komên çekdar ên ku hinek ji wan kurd bûn di bi navê "tabûra Salahadin" de jî li dijî kurdan û statûyan bi rêxistin kir. Bidestê vê hêzê jî, komkujiyên li taxên Eşrefiyê û Şêx Maqsûd pêkhanîn. Di van komkujiyên ku li van herêman bidestê vêhêzê hatina kirin, bi dehan mirovên kurd hatina qatilkirin. Hem Çeteya "Omar Dedixî" û "tabûra Saladin" jî girêdayî artişa Tirkiye û fermandarîya wê na û li dijî kurdan û statûya wan û yekîtîya wan şer dikin. Salahadinê Eyûbî, serokekî kurd a. Navê wî di navê "tabûra Saladin" de hat bikarhanîn, bo ku kurd pê bawer bikin û di nav de cih bigr in. Bi teybetî jî, mirovên oldarên kurd ên misilman, di armanca avakirina komên bi vî rengî de bûn.

Bertekên Tirkiyê li dijî pêşketina statûya kurdan

Piştî ku kurdan desthilatdarî li herêmên xwe kirina destê xwe de û bi dest avakirina reveberîya kirin, serokwezirê Tirkiyê Tayyip Erdoğan bixwe derket ber çapameniyê û got ku "em li ber wê bêdeng naseknin. Em destûrê nakin ji bûyîneke re, em jêre nabêjin eywellah". Bi wê yekê, li ser van gotinên wî, hemû saziyên kurd hem yên bakûrê Kurdistanê û hem jî ên beşên din ên Kurdistanê bertekên xwe li dijî gotinên wî dan nîşandin.

Piştî wan gotinên T. Ardogan, tirkiyê artişa xwe herikand bersînor. Li ser sînor da sekinandin. LI ser wê herikandina artişê ya li ber sînor, bû mijare nîqaşan di qada navnetewî de. Piştre, berdevkê înformasyonê ê Emerikî Wiktorîa Nolan bixwe jî derket berçapameniyê û got ku "heya me ji tiştekî wilo nîn a." Piştre rayadarên din ên Emerikî gotin ku "em rast nakinin ku rewşa sûrî zêde bileşkerî bikin." Bi van gotinên rayadarê Emerikî, hat şîrovekirin ku emerika destûrê nadê mudahele û ketina artişê hundurê sûrîyê de. Lê Tirkiyê li ser komên çekdar re li herêmê jî, hertimî di nava tevgerîyê de ma û xwest ku rewşê nearam bike.

Hewldanên herikandina şer li rojavayê Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Xwepêşandinên roja îniyê

Piştî ku kurd li rojavayê Kurdistanê bi rêveberî û sîyesî serdest bûn, Tirkiyê di serî de welatê herî zêde ku ji wê nexwezşîya xwe hanî ser ziman bû. Ji ber vê yekê, hewldanên, herikandina li ser û pevçûnan li wê herêmê da destpêkirin li ser hin komên ku wê bi rêxistin kirin. Bi wê pevçûnên ku bibin, wê diuxwest ku pêşî li avakirina temenê statûya kurdan were girtin. Piştî ku ev hewldan bi ser neketin, piştre Tirkiyê bi destê van komênan li herêmên weke Qamislo, bomba dan taqandin. Bi wê re jî, li ser telewizyonên Erebî ên weke "El. Cîzîre" û El-Arabîye" re dan nîşandin ku li wir jî şer li dijî rejimê dest pê kirîya. Bi vî rengî propaganda hatin kirin.

Lê kurd, ne aligirê şer bûn. Kurdan hertimî xwest ku bi danûstandin û dîyalogê pirsgirêk werina çareserkirin û şer neqawimê. Bi vê yekê û rengê kurdan helwesta xwe dan nîşandin. Bi vê helwestê kurdan, ne li aliyê artişa azadî bi çekdarî ketin şer de û ne jî li aliyê rejimê man. Lê bi xwepêşkandinên xalkê, hem tekoşîna xwe dan meşandin û hem jî bertekên xwe dan nîşandin.

Li herêmên kurdan, her rojê Înan piştî nimêja Înê, kurdan dadiketina qadan û xwepêşandinên xwe hem li dijî rejimê û hem jî ji bo mafê xwe yên xwezeyî û azadîya xwe li dardixin. Bi vê yekê û armancê, hemû herêmên rojavayê Kurdistanê, xwepêşandin li darxistin.

Êrîşên li gundê kurdên Êzîdî Qestel Cendê

Li vir, hewldana pêşî bû. Di hefteya sêyemnin ya kewçerê de Tirkiye ji hêzên ku biuçekkirina ên weke yên Omar dedîxî got wan û ji wan xwest ku hêrîşî kurdan û herêmên bikin. Lê di wê hewldanê de ev komên çete jî bi serneketin. Bi vê yekê re dewletê, li ber gund, ku herêmên tirkimanan xwest ku ji wan deran rêxistinkirinê li dijî kurdan bide kirin. Bi vê yekê, ev komên çete ên çekdar afirandin û çandina bi ser kurdan de.

Êrîşên li taxên kurdan Eşrefîyê û Şêx Maqsûd li Helebê

Taxên Eşrefiyê û Şêx Maqsûd, taxên kurdan in ku dikevina herême Helebê de. Li vir, berî vê hewldana Tirkiyê ya bi komên çete ên weke ên Omar Dedixî û hwd re, berî wê bi hefteyeke hêrîş biribûbûna ser van herdû taxên kurd. Hingî hin komên ku xwe we artişa azad didan nasîn û navê "tabûra Salahadin" ku li xwe kirin û ji aliyê Tirkiyê ve ku hatibûbûna bi rêxistin kirin, ji aliyê wan ve hêrîş li van taxên kurdan hat kirin ku bi dehan kurd hatin qatil kirin. Ev koma çete ya ku navê "tabûra Salahadin" li xwe kirî komeka çete ku ji aliyê Tirkiyê hatibû demezrandin û biçekirin ku li dijî kurdan û herêmên wan û statûya şer bike û nearamiyê li herêmên wan bide çê kirin.

Êrîşên komên çete yên çekdar ên li Serêkaniyê

Ji ew hewldanên dawî yên li rojhilata navîn tê fehmkirin ku êrîş ji aliyê komên çete yên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyê ve li Serêkanîyê bûn hatine kirin.

Êrîşa 8'ê mijdarê 2012

Ev hewldana sêyemin jî di 8 mijdarê de Tirkiya bi van hêzên çete û çekdar da kirin li ser kurdan. Ji aliyê Tirkiyê ve ku Tirkiyê ew bi çek kiribûn, xwestin ku bikevina vê herême kurdan. Lê weke carên din ên ku bûn wê carê jî ew hewldan rastî berxwedana kurdan hat. Bi vê yekê re, kurdan li ber wê li berxwe da.

Tirkiye, bi vî rengî, hertimî komên çete ên çekdar dan hêrîşkirin li ser serê kurdan. Hertimî xwest ku kurdan, ew rewşa xwe ya xweserî ku wan li herêmên xwe bi serê xwe û bixwe dana avakirina bixûrîxênin. Bi vî rengî, Tirkiyê hewldanên xwe domandin. di vê dema ku Tirkiyê ev hêrîş li kurdan didan kirin jî, li zindanên li Tirkiyê ser deh hezarî re girtîn kurd di girêva birçîbûnê de bûn ji bo mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê tecrîda li ser serê serokê xwe û parastina bi kurdî.

Êrîşa 16'ê mijdarê 2012

Tirkiyê, komên çekdar, ên ku bi rêxistin kirina û biçekkirina, şandina bi ser herême kurdan ya rojavayê Kurdistanê ya Serêkaniyê de. Di heman demê de di 16.mijdarê de serokê Meclisa Serêkahniyê Abid Xelîl ji aliyê vê van hêzên ku Tirkiyê şandina ve hata qatil kirin. Piştre jî Tirkiyê di 19. mijdarê bi topxane wê herêmên Serêkahniyê û nava bajêr bixwe da ber topbaranan. Piştî ku hêzên çekdar hatina şandin li wê herêmê Tirkiyê xwest ku bi wê topbarana li wir, hem wan bi wêre bike û hem jî şerê wan yê bi kurdan re bide dest pê kirin.

Roja ku Abid Xelil, hat qatilkirin, hingî wî amedekarîya xwepêşandinekê bi hemû saziyên kurdan re dikir. Wê bi wê xwepêşandinê, kurdên ku wê herêmê hatina ravandin û Tirkiyê ew li wergahan bicih kirin ku vegerihina cih û warê xwe. De ne, Tirkiyê, bi rêya hin komna ku xwe weke kurd di denezênin, bi armanca ku mirovan ji wê herêmê bidina ravandin, alozîyê derdixin û di wê îstîfada ku mirovên ku di raavina bi aliyê bakûrê Kurdistanê hemûya berhev dike û dike wergahê de. Hemû mirovê ku hatibûbûna bi aliyê bakûrê Kurdistanê, ne bi xwesteka çûna wergahan li bi armanca ku ku herina wir li wir li xizmên xwe yên ku hena ku xwe li wan bigir in diçîn. Ji ber pirraniya mirovên ku Serêkahniyê di ravin û tên bakûrê ku Kurdistanê ku xizmên wan li vi aliyê sînor hena. Pêşî, e wbi vê hizrê tên xapandin û wan dikina rêyan de. Lê ku ew ketina rêyan û hatin jî, êdî ne hiştin ku ew herina cem xizmên xwe û hatina xistin li wan wergahan de. Bi vî rengî, hemû jî, hatibûbûna xapandin. Xwepêşandina ku wê bihata li darxistin jî wê bi armanc piştgirîya ji wan mirovan re bû. Ji ber ku pirranîya wan dixwest ku vegerina malên xwe. Lê hê jî, dewleta tirk destûrê nadê wan ku vegerihina malên xwe.

Êrîşa 21'ê mijdarê 2012

Serê Kaniyê (rezber 2012)

Di 21´ê mijdarê de komên çekdar ku bipiştgirîya Tirkiyê ji sînorê Tirkiyê bi 7 tank û gelek erebeyên leşkerî ji sînor ji aliyê Tirkiyê bi hevkariya ji sînor buhurtin û hêrîşî Serêkaniyê kirin. Berî wê,d i 8. û 19´ê mijdarê de ev hirşî bûbûn. Lê komên çekdar vê naqlê bi çekên giran hêrîş birina ser Serêkahniyê. Li Serêkaniyê yanî li rojavayê Kurdistanê, kurd jî bi hêzên parastina gel YPG´ê re xwestin ku hêza xwe mazin bikin û bidina nîşandin li dijî van komên hêrîşkar ên ku hêrîşî kurdan dikin. "Koma ku hêrîş dike ji xwe dibêje "Xuraba El-Şam" a. Hêza "artişa Azad" daxûyanî da ku ti têkiliya wan bi van koman re nîn a. Ev kom ji aliyê Tirkiyê ve hatina bi rêxistin kirin. Bi teybetî, armanca wan, ew a ku statûya kurdan û destkevtiyên wan ên li rojavayê Kurdistanê ji holê rakin û têk bibin. Vê komê, berî hingî hêrîş kiribû ku çend kurd kuştibûn. Gelek kurdên ku wê dil girtibûn jî, wê tevî ku di destê wê de bûn û dil û ankû esîr bûn jî, ji aliyêl vê komê ve hatina qatil kirin.

Di hêrîşa vê naqlê de, hin tankên rejima Baasê ku van koman bidestxistibûn li Haleb'ê Bab´ê û Cerablûs´ê, biribûbûna "ezaz" û li ser wê re biribûbûna başûrê Kurdistanê ku di bin destê Tirkiyê de ya. Li wir, biribûbûna "Ceylanpinarê". Li wir, komên çekdar ku Tirkiya wan bi rêxistin dike û dide hêrîşkirin li ser kurdan ji aliyê artişa Tirkiye ve bicihkirina û wan li wir perwerde dikin û dibêjina wan ku wê hêrîşî kuderê bikin. Li wê herêmêa Reha û ankû Şanliurfa, li "Serêkaniya bakûr" û li "ceylanpinarê", ev komên ku Tirkiya wan dide amdekirin û dide hêrîşkirin lê bicih in. Ev herdû herêm jî, dikevina herême bersînorê Serêkaniya rojavayê Kurdistanê jî.

Van komên di 21´ê mijdarê carek din bidest hêrîşê li rojavayê Kurdistanê li Serêkaniyê kirin, berî hingî di 8´ û 15 û 16´ê mijdarê de jî hêrîşî Serêkaniyê kiribûn û windahiyên mazin dabûbûn li ber berxwedana kurdan û YPG´ê.

Hêrîşa ji 15´ê Çile´ya heta 21´ê Çile´yê´yê 2013´an

Piştî ketina sale 2013´an de, tirkiya dîsa komên çete ên biçek ajotin bi ser Serê Kahniyê de. Heman koman bi dehan windahî dan. Li Girkê û gundê Girzîro hêzên kurd ên YPG, hêzên rejimê dorpêç kirin û di dorpêç kirina di ancam 14 rojan de, hêzên rejim. ser 140 leşkerên wê teslîmî hêzên YPG´ê bûn. Lê vê carê ji aliyê Serê kahnîyê ve jî, tirkiya gelek kom lev dabûbûn li hevdû û şandibûn bi ser kurdan de. Hêrîşa vê carê ya komên çete, bi tankên leşkerî ku tirkiya ji wan re temîn kirîya hêrîş kirin. di ancama bombabarandina bi tankan, zarokên piçûk jî di nav de gelek mirovên kurd û Arab ji aliyê ve van hêrîşên van çeteyan ve hatin qatil kirin. Konseye bilind a kurd, ragihand ku "tirkiya dixwezê şerê nava kurd û araban derxe û kurdan ji pêvajoya şoraşa Sûrî dûr bike û derxe." Vê carê jî, komên çete ên bi navê Şehûda El-Tahrîrî, Newaf El-Beşîr û hwd hêrîşî kurdan û herêmên wan dikin.

Rewşa Alîkarîya bo rojevayê kurdistanê

Piştî ku kurdan, li rojavayê kurdistanê desthilatdarî û rêveberîya hêrêmên xwe kirina destê xwe de, BI teybetî tirkiya, komên çete ên çekdar bi rêxistin kirin û şandina biser herêmên kurdan de. Bi vê yekê û armancê, bi teybetî Serê kahniyê bo navenda şerê wan komên ku tirkiya dişêne li herêmên kurdan ên rojava û hêzên kurd ên bi navê YPG´ê. Serê kahniyê, bajarekî kurdan, ku di sale 1923´an de ku dema ku sînor hatina xîzkirina de, di nîvê wê de sînor hatibû xîz kirin. Nîvê li bakûrê kurdistana ku di nava sînorê tirkiyê de maya û nêvîyê din jî di nava rojavayê kurdistanê û ankû li aliyê sûrî maya. Aliyê Sûrî, bi navê xwe yê berê weke "serê Kahniyê hatîya navê xwe domandiya. Lê navê beşa li bakûrê kurdistanê ku di nava sînorê tirkiya de maya jî, bi navê tirki lê hatîya kirin û jê re hat gotin "Ceylanpinar".

JI ber vê yekê, navenda Serê kahniyê dikeve nêzî sînorê tê gotin sînorê tirkiya û sûrî. Ji vir ve tirkiya komên çekdar bi rêxistin dike û dişêne bi ser kurdan de. Lê li serê kahniyê di dema ku rejima baasê serdest bû, bo ku domografîya wê biguharêne, hin aşîrên arab jî hanîn û li herêmê bicih kirin. Ji ber vê yekê, nûha jî, ew aşîrên arab li wir in û komên çekdar jî, bi teybetî di dema şerê bi kurdên rojava de hertimî dixwezin ku ji wan sûd bigr in. Tirkiya jî, hin aşîrên wê xwestîya buke dij kurdan û bi kurdan re bide şer kirin. BI vê yekê, bi wan re di têkiliyê de ya.

Tirkiya, ew rewş hemû li dijî kurdan bikarhanî. Ne hişt ku alîkarî ji bakûrê kurdistanê, bi buhurê li kurdên rojava. Lê saziyên kurdan ên bakûrê kurdistanê jî, di nava xwe de hertimî koman ava dikin bo ku alikariyê bidina hevdû bigihinênina li rojava. Tirkiya, giranîya xwe bi zorê bikar dihêne û bo ku desthilatdarîya başûrê kurdistanê jî derîyê sînor li kurdên rojava bide girtin. rêveberîya başûrê kurdistanê derîyê sînor girt û têl li ber sînor kişand in. Lê gelê kurd ên başûrê kurdistanê û hem jî ên bakûrê kurdistanê û her wusa kurdên rojavayê kurdistanê, li dijî wê helwesta desthilatdarîya başûrê kurdistanê gelek xwepêşandinên girseyî li darxistin. Piştî wan xwepêşandinên girseyî, êdî rêveberîya başûrê kurdistanê ya kurd jî, neçar ma ku derî vebike. Lê dîsa bi astangîya sînor danî li pêşîya buhurîn û çûyîna kurdan a ji başûr li rojava û ji rojava li başûr. Girtina sînor ya di nava kurdên rojava û başûr de a ji aliyê rêveberîya kurd a başûr ve herî zêde kurdan xamgîn kir û êşand. Bo vê yekê, kurdan hişk berteka xwe da nîşandin. Kurdan, ji wê sînor girtina başûrê kurdistanê re gotina "Ambargo" bikarhanî. Jê re gotin ku "ev ambargo ya". Lê ne kurdên başûrê kurdistanê û ne jî kurdên rojavayê kurdistanê ew "rewşa ambargo" nasnekirin û li dijî derketin.

Li rojavayê kurdistan, "Heyva Sor a Kurdistanê" hat demezrandin. Heyva sor a kurdistanê´ bo ku alikariyê ragihihêne rojavayê kurdistanê, ket nava hewldanan de. Bangî alikariyê hem li welatê cihanê û hem jî li hemû kurdan kir. Li Cihanê jî, li ber krîza zad û xwarinê a ku piştre li rojavayê kurdistanê derket, cihan hemû bêdeng ma. Deng ji saziyên navnetewî û welatên ewropî û ên herêmê derneket. Vê yekê jî, kurdan pirr êşand.

Li rojavayê kurdistanê, alikarîya ku dihê radigihandin li rojava, car bi car ji aliyê komên çete ên bi çek ên ku tirkiya şandina li herêmê ve rastî hêrîşê hatîya. Ev jî, weke politikaya tirkiya ya li dijî kurdan hat ser ziman. Kompanyên alikariyê li başûr, bakûr û beşeên ên kurdistanê û id nava kurdên di dîyaspora de jî hatina dest pê kirin. Bi vê yekê, hem bo ku ew bi tenê nemênin û hem jî ku alikarîya jîyane wan were kirin, kompanya hatina dest pê kirin. Lê tirkiya jî, bi şandina komên çekdar li ser kurdan re, di xwezê ku nearamîyê di nava wan de bide çê kirin. Bi vê yekê, ew statûya kurdan ku kurdan li wir bidest xistî û temenî wê afireî bo ku ji holê ra bike.

Herêmên ku ketin bin kontrola kurdan

Binêre jî

Çavkanî

Girêdanên derve