Dagirên bêta-wergirên adrênalînê
Dagirên bêta-wergirên adrênalînê an bi kurtî Dagirên bêta polek ji dermanan ku wergirên bêta yên adrênalînê dadigire. Bi gelemperrî bo nexweşiyên dil û pestoya xwînê tê bikaranîn.
Awayî kar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dermanên dagirên bêta wek antagonît (dijber) li wergirên bêta yên adrênalîn kar dikin. Lê hinek dagirên bêta piçek karî agonîst (hevber) jî dikin. Ji bo ku dirûva wan mîna lasakerên sîmpatîk ne. Ev bendora karî hevber jê re çalakiyên lasakirina sîmpatîk (Intrinsic sympathomimetic activity) tê gotin. Sê cor ji wergirên bêta (β1, β2, β3) hene.
Wergirên bêta 1 bi taybetî di dil de ne û dihêlin ku hêza dil xurt bibe û bêhtir lêxe. Wekî din wergirên bêta 1 di gurçikê de dihêlin ku rênîn di xwînê de derbirije. Loma ragiritina karî wergirên bêta 1 pestoya xwînê datîne.
Wergirên bêta 2 girdikên (masûlke) dûz ên bronşan û xwînboriyan ditevizîne û dihêle ku hindirrî wan fire bibe. Loma dagirên bêta a ne taybet ne baş in bo mirovên ku bi Asthma bronchial û COPD nexweş in.
Bikaranîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Angîna pektorîs
- Pestoya bilind a xwînê
- Mirina masûlkeyên dil
- Ava reş (Glaucoma)
- Atrial fibrillation
- Cardiac arrhythmia
- Essential tremor
- Migraine prophylaxis
- Mitral valve prolapse
- Phaeochromocytoma, in conjunction with α-blocker
- Hyperthyroidism
- Theophylline overdose
Corên dagirên bêta
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dagirên taybet bo bêta 1
- Acebutolol (çalakiyên lasakirina sîmpatîk)
- Atenolol
- Betaxolol
- Bisoprolol
- Celiprolol (çalakiyên lasakirina sîmpatîk)
- Esmolol
- Metoprolol
- Nebivolol
Dagirên bêta yên ne taybet
- Alprenolol (çalakiyên lasakirina sîmpatîk)
- Bucindolol
- Carteolol
- Carvedilol (dagirên alfa jî ne)
- Labetalol (dagirên alfa jî ne)
- Nadolol
- Oxprenolol (çalakiyên lasakirina sîmpatîk)
- Penbutolol (çalakiyên lasakirina sîmpatîk)
- Pindolol (çalakiyên lasakirina sîmpatîk)
- Propranolol
- Sotalol
- Timolol
- Eucommia bark
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |