Here naverokê

Nekrofîlya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nekrofîlya
  • Tawan
  • nexweşiya psîkoseksuel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
The Hatred ("Hêrs"), Pietro Pajetta, 1896
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Necrophilia, Martin van Maele

Nekrofîlya (bi kurdî: mirîxwazî yan mirîhezî), nexweşiyeke derûnî ye ku tê de meyla zayendî û gankirinê ya bi miriyan re heye. Necro bi wateya "mirî" tê. Kesên nekrofîl, dikevin dor canê cenazeyan. Kesên ku bi taybetî ji bo meyla zayendî û gankirinê bi meytan re vî karê kirêt dikin.

Bi giştî kesên nekrofîl, ji bo hewcedariyên xwe yên zayendî û gankirinê diçin kuştinê, yanî ji bo vê meylê xelkê dikujin. Tê zanîn ku piraniya kujerên rêzefîlman di dîroka cîhanê de, ji bo têrkirina hewcedariyên xwe yên nekrofîlî, dest bi kuştinê dikin. Necrofîlya, celebeke parafîliyê tê hesibandin.

"Li gorî qeydên Hêrodotos, cenazeyên jinên bedew piştî çend rojan radestî goristanan dikirin. Em ji heman dîroknasî hîn dibin ku Periandre, yek ji tîranên navdar, piştî ku jina wî Melissa mir, evîna xwe berdewam kir. Bi vî awayî, Padîşah Hêrodotos têkiliyên xwe bi jina xwe ya mirî Marianne re heft salan berdewam kir. Di vê heyamê de di bin şert û mercên heyî de bedena jina xwe parastiye û têkiliya xwe ya zayendî domandiye.”[1]

  1. ^ Prof.Dr. Rasim Adasal, Normal ve Anormal Cinsiyet ve Evlilik, Ankara: Gürsoy Basımevi, 1975, s.321.


Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]