Here naverokê

Yûsif

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yûsif dozdeh stêrkan di xewnên xwe de dibîne.
Yûsif bi bav û birayên xwe li Misirê

Yûsif (bi erebî: يُوسُف, Yûsuf, bi kurdî wek Ûsif yan Ûsiv jî tê bilêvkirin), li gorî Quranê, yek ji pêxamberên Benî-Îsraîl e.

Dîroka Yûsif li gorî îslamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekek ji pêxamberên ku di Quran ê da navê wî derbaz dibe. Yûsif lawê pêxamber Yaqûb e û rîçika wî hettanî pêxemberê Îbrahîm tere. Di Qur'anê de navê sûreta 10an jî Yûsuf e. Va sûreta ji 111 ayetan pêda dibe û ji van 98 ayet qala Yûsif dikin.

Di gora Qurana Pîroz 11 hew birayên Yûsif hebûn. Yûsif zarokekî rind û baqil bû. Bavê wan Yaqûb ji wan yê herî pirr lawê xwe yî Yûsif hez dikir. Ji bona vî hez kirina birayên wî yî mezin hesûdî dikirin.

Tê gotin ku şevekî Yûsif li xewna xwe da dît ku 11 stêrk, roj û hîv ji wî ra secde dikin. Gava ku Yûsif ji bavê xwe ra qala xewna xwe kir, Yaqûb fam kir ku va nîşanek ji Xwedê ye û li Yûsif ra teme kir ku vî xewna xwe ji kesekî ra nebêje. Lê birayên Yûsif va xewna bîhistin û xwestin ku Yûsif bikujin. Rojekî ji bavê xwe destûr girtin û hemû bi hevra çûn gerê. Êdî Yûsif avêtin li nav birekî kûr, fîstanê wî jî bi xwîna heywanekî sor kirin û ji bavê xwe ra derew kirin gotin ku “Yûsif gur xweriye”.

Di nav bîrê da mirovên koçber Yûsif dîtin û ew xilas kirin, ji bona ku wî wekî xulam li welatê Misirê bifroşin mirovên dewlemend. Dûra wan Yûsif firotin wezîrê Misirê.

Yûsif li mala wezîr mezin bû û bû xortek delal. Ji bona rindiya Yûsif dilê jina wezîr ket wî. Lê wî rû neda daxwezên jinê û ji ber vî yekê jinikê bi derew û îftiran Yûsif avit zindanê.

Yûsif bi salan li zindanê da ma. Li wê derê du mirov nas kirin û ji wan ra xewnên wan yên ecêb şîrove kirin. Bi rastî jî rewşa wan herdû mirovan wekî gotina Yûsif bû. Yêkek demekî şunda hat berdan û yêdin jî hat îdam kirin.

Mîrê Misirê şevekî di xewna xwe da dît ku heft mangên lawaz heft mangên xurt dixwin û heft simbêlên hêşin heft simbêlên ziha dixwin. Mîr li ban hemû şîrovedarên welatê xwe kir, lê qet yekî nezaniya. Dûra mîr ji berjewendiya Yûsif ji hevalê wî yê zindanê bihîst û ew ji zindanê derxist. Yûsif ji mîr ra got ku gerê di pistî heft salên piranî da heft salên birçî li ser welatê Misir ê da werin. Ji bona baqiltiya Yûsif, mîr ew kir wezîrê xwe û Yûsif jî di heft salên piranî da hemû embarên welêt bi genim û xwerin tujî kir û di salên tunetiyê da ew xwerin ji mirovan ra bela kir.

Birayên Yûsif jî ji bo ku gênim bikirin ji welatê xwe hatin Misirê. Di dawiyê da Yûsif xwe ji wan da nasîn û ew hemû borandin. Hz. Yûsif bav, dê û birayên xwe anî Misirê li ba xwe. Gava endamê malbata wî hatin Misir ê bav, dê û 11 birayên wî xwe ji ber wî xar kirin û sipasiya xwe nişan dan. Bi vî avayî xewna Yûsif yê zarokatiyê jî hatî bû şundê.

Dîroka Yûsiv, li gorî cihûtiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Yûsif, li gorî mesîhiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Yûsif, li dînê Behayî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]