Here naverokê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê
یەکێتیی نيشتمانیی کوردستان
Yekêtîy Nîştimanîy Kurdistan
KurteYNK
SerokBafil Talebanî
AvakarCelal Talebanî
Damezrandin1ê hezîranê 1975(1975-06-01)
SergehSilêmanî
ÎdeolojîDemokrasiya civakî, sosyalîzma demokratîk, sekûlerîzm
Alîgirên navneteweyîEnternasyonala Sosyalîst
Reng     Kesk
Parlamena Kurdistanê
21 / 111
Parlamena Iraqê
17 / 329
Alaya partiyê
Malper
www.pukmedia.com

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi kurtasî YNK, partiyeke siyasî ya kurdan e ku li Herêma Kurdistanê û navçeyên bi nakokên Başûrê Kurdistanê çalak e. YNK armancên ji bo gelê kurd li Kurdistan û li Iraqê wekî parastina mafê biryardayîna çarenûsa xwebixwe, parastina mafên mirovan û pêkanîna demokrasî û aştî diyar dike. Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê niha di bin serokatiya Bafil Talebanî de tê birêvebirin. YNK di sala 1975an de ji aliyê Celal Talebanî, Newşîrwan Mistefa, Fuad Mesûm, Adil Murad, Elî Eskerî, Evdilrezaqê Feylî û Dawid Mihemed Elî ve hatiye damezrandin. Li gorî destûra bingehîn Iraqê ya sala 2005an hemî serokomarên Iraqê ji YNKê têne hilbijartin.

Nerazîbûna di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

YNK pêmaya xwe ya siyasî digihîne xelkê Silêmaniyê Îbrahîm Ehmed. Di destpêka sala 1947an de piştî rûxandina Komara Kurd a Mehabadê ya ku ji aliyê sovyetê ve hatibû piştgirîkirin Îbrahîm Ehmed ku berê nûnerê Silêmaniyê yê PDK-Î yê Îranê bû beşdarî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê ya nû hatiye damezrandin. Ehmed ronakbîrekî çepgirê pir bibandor bû ku di sala 1951ê de bi ser ketibû ku piraniya çepgir-neteweperwerên kurdên li Başûrê Kurdistanê li gel PDK a Iraqê ya nû kom dike ku di encamê de fersend digire ku kongreya partiyê ya duyem bicivîne û Îbrahîm Ehmed di vê kongreyê de wekê sekreterê giştî hatiye hilbijartin.[1]

Lê ji destpêkê ve li Îranê, siyaseta çepgir, “rewşenbîrî” û piştevaniya Qazî Mihemed, Îbrahîm Ehmed li hember fraksiyona PDKê ya piştgiriyên Mistefa Barzanî û bingeha piştevaniya eşîretî ya kevneperest-muhafezekarên li Başûrê Kurdistanê li hemberî nakokiyên rûbirû dimîne. "Di nav derdorên neteweperestan de dihate zanîn ku têkiliyên Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed ne hêsan bûn." Di demeke kurt de Îbrahîm Ehmed tevlî rewşenbîr û sosyalîst Celal Talebanî dibe.

Dema ku hikûmeta yekem a partiya Be's bi darbeyeke bi serokatiya Ebdulselam Arif hatiye hilweşandin Mele Mistefa Berzanî têkiliyeke nêzîk bi Ebdulselam Arif re çêdike. Mele Mistefa bi Arif re li şûna ku serokê PDKê bi erka xwe ya şexsî peyameke îmze dike ku tê de behsa tu mafeke kurdan nake. Vê yekê Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî hêrs dike ji ber ku peymanê behsa xwerêveberiyê nekiriye, ne tenê otonomî tu mafekî kurdan ku ji bo van mafan bi salan şer ên demdirêj ê gerîllayî hatiye kirin tê de tuneye. Ebdulselam Arif gefa bikaranîna tundîtûjî ji bo kesên dijberê Mistefa Barzanî yên kurd xwar Mistefa Barzanî jî ragihand ku her berxwedanek li dijî Bexdayê dê bibe ragihandina şer li dijî wî û alîgirên barzanîyan.[1]

Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî vê yekê şermezar kirin û tevgerên Mele Mistefa Barzanî wekê radestbûna Bexdayê binav kirin. Di vê heyamê de Mela Mistefa mihafazakar û serokên eşîran li xwe kom dike. Gotûbêj û kampanya li pey wan hatin kirin lê nîqaşên Ehmed û Talebanî nekarîn bandora Mele Mistefa li ser kesên piştgir ên wî ji holê rakin. Mele Mistefa tu nerazîbûnekî qebûl nedikir û li hemberê vê rewşê Ehmed û peyrewên wî bi Mele Mistefa Barzanî re nakevin nîqaşan û vedigerin Mawatê.[1]

Di Kongreya Partî ya Şeşem a KDPê ya tîrmeha sala 1964an de, nûnerên koma Ehmed-Talabanî têne girtin. Piştî çend rojan Mela Mistefa kurê xwe Îdrîs Barzanî bi hêzeke mezin şand ku Ehmed, Talebanî û nêzîkî 4000 peyrewên wan sirgûnî Îranê bike. Piştre Mele Mistefa Barzanî bi vê yekê desthilatdariya PDKê bi dest dixe.[1]

Damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî têkçûna kurdan di Serhildana 1974-1975an de di 22 meha gulan sala 1975an de, Celal Talebanî li qehwexaneya bi navê Gligla li Aum Rmana a Şamê bi Fuad Mesûm, Adil Murad û Evdilrezaqê Feylî re hevdîtin pêk aniye. Di heman rojê de Partiya Niştimanî ya Kurdistanê bi rêya medyayên Sûriyê û Libnanê avakirina xwe radigihîne. Roja piştî ragehandinê Celal Talebanî serdana Berlînê li Almanyaya Rojava dike û bi sê hev-damezrînerên din ên partiyê Newşîrwan Mistefa, Omer Şêxmûs û Kemal Fuad û çend çalakvanên din re hevdîtin pêk tîne. Di 1ê meha hezîrana sala 1975an de li Berlînê bi awayeke fermî dîsa damezrandina Partiya Niştimanî ya Kurdistanê hatiye ragihandin û biryar hate girtin ku 1ê hezîranê salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê be.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hevpeymaniyeke siyasî bû herî kêm ji pênc aliyên siyasî yên cihê pêk dihat ku kesayetiya herî girîng Celal Talebanî û alîgirên wî bûn. Di nav aliyên siyasiyan de Komele ya Marksîst-Lenînîst a nepenî ya Newşîrwan Mistefa û Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê (KSM), di encama rêze hevdîtinan de di nava kadroyên Şoreşa Îlonê de ku di sala 1975an de Îranê penaber bûn; di nav wan de Amer Dababa, Elî Eskerî, Dr. Xalid, Elî Hezar, Kardo Galalî, Îbrahîm Ehmed, Cemal Axa, Resûl Mamend, Mele Nasîh, Evdilrehmanê Gomaşînî, Milazim Tahir, Elî Welî û Kemal Mihedîn hebûn. YNK weke rêxistineke sîwan bû ku meylên cûda yên di nava tevgera siyasî ya kurd ên li Başûrê Kurdistanê yek kiriye.

Ji ber ku ji heft endamên damezrîner ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yên damezrîner doktor û akademîsyen in piştî damezrandina YNK ji çînên rewşenbîrî yên bajarî yên Başûrê Kurdistanê piştgirî werdigire. Di destpêka salên 1980î de YNK pêş ket û bangewaziya xwe ji bo hemî beşên civaka kurdên Iraqê re, bi taybetî çînên gundan berfireh kir.

Di sala 1992an de komên pêkhateyên YNKê di nava tevgereke siyasî ya yekgirtî de dibin yek û bi nasnameya xwe ya civakî-demokratîk dilsoziya xwe yê bi partîyê re pejirandin. Di daxuyaniya xwe de diyar kirine ku têkçûna serhildanê ji ber "nekarîbûna rêveberiya kurda ya feodal, eşîretî, rastgir û kapîtîlasyonalîst" ve qewimiye. Piştgiriyên Partiya Niştimanî ya Kurdistanê bi giranî li herêmên jêrîn ên Başûrê Kurdistanê ne.

Hevserokên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji aliyê Meclîsa Serkirdayetiya Giştî ve têne hilbijartin.[2] Li seranserê Başûrê Kurdistanê 36 baskên YNKê li hene ku ji beşeke berfireh a civaka Kurdistanê endamtî wergirtiye. Li gor amarên ku di îlona sala 1998an de hatine berhevkirin hêjmara endamên YNKê 800 hezar û 280 kes e. YNK di hilbijartinên sala 1992an de ji bo hilbijartina Parlamena Kurdistanê beşdarî hilbijartinan dibe û di nav lîsteya partiyan de ji 957 hezar û 469 dengên derbasdar 423 hezar û 682 deng bidest xistiye ku li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê piraniya dengan bidest dixe. YNK endamê Sosyalîst Enternasyonal e.[3] Kosret Resûl Elî di kongreya partiyê ya kanûna sala 2019an de wek serokê encûmena bilind a siyasî hatiye hilbijartin û di sibata sala 2020an de jî Lahur Talebanî û Bafil Talebanî wekê hevserokên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hatine hilbijartin.

Şêwaza rêxistinî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêkhateyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji 8 buroyan pêk tên.[4]

  • Buroya ji bo rêxistinê: Rêxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li seranserê herêmê birêve dibe û ji bo dabeşkirina endaman materyalên perwerdeyî û agahdarî çêdike. Buro her wiha çavdêriya proseya hilbijartinan di nav rêxistinê de dike û piştrast dike ku partî pabendî rêziknameya xwe ye.
  • Buroya agahiyê: Çavdêrî û rêvebirina xebatên medyaya YNKê dike ku niha bi çend saziyên medyayê re kar dike.
  • Buroya ji bo çand û rêxistina demokratîk: Buro di roja îro de bi rêxistinên pîşeyî û çandî yên weke Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, Komeleya Jinên Kurdistanê û bi Komeleya Nivîskaran re peywendiyan pêk tîne.
  • Buroya aborî û rêveberiyê: Karûbarên darayî û karmendên îdarî yên rêxistinê birêve dibe. Encumena serkirdayetiyê bi rêya komisyona çavdêriyê ya serbixwe çavdêriya karên vê buroyê dike.
  • Buroya mafên mirovan: Buro ji bo şopandina rewşa mafên mirovan li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin ku rewşa mafê mirovan li Başûrê Kurdistanê bişopîne. Buro bi rêxistinên mafên mirovan ên herêmî re wekî peywendiyekê tevdigere û di warê prensîbên mafên mirovan, serweriya qanûnê de di gelek kampanyayên perwerdehiyê de ku serweriya qanûn û demokrasiyê û misogerkirina pabendbûna YNKê bi Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan birêve dibe. Buro raporên xwe rasterast ji Sekreterê Giştî yê YNKê re radigihîne.
  • Buroya xizmetên civakî: Bi hevkariya rayedarên herêmê, buro ji bo çareserkirina nakokiyên civakî, bi taybetî di derbarê mijarên erd û eşîran de hêsan dike.
  • Buroya xizmetê şehîd û xaziyan: Buro ji bo alîkarîkirina malbat û kesûkarên şehîdên şerê li Kurdistanê û civaka dêrîn hatiye peywirdarkirin.
  • Buroya têkiliyên navndewletî: Buroya têkiliyên navdewletî xebatên nûnerên YNKê ya li derveyê welat koordîne dike û di derbarê peywendiyên nûnerên YNKê bi hikûmet û saziyên biyanî re rapor dike û ji rêveberiya siyasî ya YNKê re dişîne. Niha li Washington, London, Parîs, Berlîn, Mosko, Roma, Stockholm û li Brukselê ku navenda Parlamena Ewropayê ye ofîsên YNKê yên daîmî hene.

Herêma Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartinên parlamenê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal Birêvebir Deng Kursî +/- Rêje
1992 Celal Talebanî 423.833
49 / 100
%43,8
2005
38 / 111
11
2009 Berhem Salih
25 / 111
13
2013 350.500
24 / 111
1 %24,21
2018 Kosret Resûl Elî 319.219
21 / 111
3 %20,5

Hilbijartinên parlamenê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal Birêvebir Deng Kursî +/- Rêje
2014 Berhem Salih 851.326
21 / 328
New %6,07
2018 Kosret Resûl Elî 616.232
18 / 329
3 %5,93
2021 Hevbendiya Kurdistanê 368.226
17 / 329
1 %4,16
  1. ^ a b c d McDowall, David (2013). A modern history of the Kurds (Çapa 3., rev. and updated ed., reprint). London: Tauris. ISBN 978-1-85043-416-0.
  2. ^ "Bafel Talabani and Lahur Sheikh Jangi elected co-leaders of PUK:". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2024.
  3. ^ "Members - Socialist International". www.socialistinternational.org. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ "یه‌كێتیی نیشتمانیی كوردستان | ئەنجوومەنی سەرکردایەتی - په‌یڕه‌وی ناوخۆ". web.archive.org. 8 sibat 2014. Ji orîjînalê di 8 sibat 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2024.